Dawet

Merheba ji wer canik û camêrno. Van rojan em wer di rêya dawetan de ne. Heval û dostan zor danin dawetan. Di vê xelê çi bela wan e nema zanim. Gava dihat gotinê gişa digot em bê pere ne. Lê gor ku ev zêrê qat bûye deh qat û mesrefê dawetê jî camêran texsîr nakin. Min ji wan re jî go; ka we digo em di tunebûnê de ne. Îja ev ne fene ev çi ben e. Dêmeg perê we hebû we derew li me dikir. Ma çavê me ne li perê we bû. Hema we bigotan perê me heye. Qe nebe bi derewan we xwe gunehkar nedikir. Tê bêy qey gişan hev du temî kiribûn. Gişan go me kredî ji bankê kişandiye. Heyra, her tişt bi deyn dibe lê dawet bi deyn nabe lo. Me hin kesên ku bi deyn dawet çê kirin dîtin. Rebena ji ber deyna zewaca wan li wan bû jahr.

Hûn bawer bikin zavayê ku daweta xwe bi krêdî û bi deyna çê kiriyê roja dawetê ji deyna pêve tu tişkî nafikire. Erê, her kes di dawetê de, dide lotikan û wexta ku însan diçin ba bûk û zavê suratan dikşînin her kes dikene. Lê di serî de zava kenê mecbûrî dike. Hişê wî li ser deyna ye. Înşala ev hevalana jî ne di wê rewşê de bin. Xwedê bike ku zewac, wan şerpeze neke. Weke min go, vê havînê em wer li dawetan bûn. Îja te dît edet e, divê tu xelatê jî bi wan ve bikî. Di vê tunebûnê da îja wer safî bike. Di daweta herî dawî, gava xelat pêvekirinê destpê kir zava di nav peran da ma. Ez çûm ba zavê û min di guhê wî da go; zave, daweta we em bêpere hiştin. Wa tu jî di nav pera da ma yî, ka tu hinek pere bi deynê xwe nadî min. Camêr îşê xwe zanîbû. Berê min da bûkê û go; îşê pera di destê xanima min de yî êdî. Wa jê ra bibêje. Min go; na babo, bê hela ez lêdanê naxwim.

Belê, dawetê niha di salonan da tê çêkirin. Dawetê li ber derî û li kuça yên ku sê roj û sê şevan dom dikir nemayî. Ew çand di salê nodî de ma. Gava dawetê li salona nû destpê kir gelekan qebûl nedikir.

Digotin, eyb e şerm e. Kesên ku derin salona ji ber ku naxwazin mesrefê bikin. Tew hin hebûn protesto dikirin û nediçûn dawetê meriv û dostan. Lê li hember veguherîne kes nikare bisekine. Ev kesên ku xwe di erdê didan ew jî êdî dawetên xwe li salona çê dikin. Salon ji hêlekê baş e, ji helekê xirab e. Ez ewil hêla xirab bibêjim. Ji ciwanan re xirab ket. Te dî em giş zanin. Dawetên li ber derî sê roj û sê şev bû. Her çiqas xwedîyê malê di ber nigan jî diçûn bo ciwanan baş bu. Sê rojan di dîlan û govendê de bûn. Ew çax em jî ciwan bûn û kêfa me hew dawet bûn. Hûn bawer bikin gava me dibihîst ku wê kesek ji gund bizewice me roj dijmart. Me digo hema ew roj bihata û me govend bigeranda. Em ji zavê kelecantir bûn lo.

Bo yên di nava sala çûyî jî baş ketiyî. Ma govend û dîlan êdî nema ji wan ra divê. Derin du saeta weke erka xwe bi cîh bînin tevlî dawetê dibin û radibin. Lê bo min her du hêl jî xirab e. Yên ku min nas dikin zanin. Ez nezewicîme. Îja ku ez derim dawetan, kî min dibîne dibê ka daweta te kengi ye? Ji gişan re bûye derd. Yaw heyra, li min hal e li we çi hewal e. Ez ji xwe re nakim derd ma we xêr e. Herkê û tişkî dibê. Tew ew gotina bo nanê daweta tê gotin ez of kirime. Gotina ku dibêjin; ka em ê kengî tirşika te bixwin. Yanê dawet kêngî ye. Hingî ji min re wer gotine tirşik li ber çavên min reş bûye. Êdî kî wer dibê ez ji wan re dibêjim heyra, ka em herin loqentê ez ê tirşikê bi we dim. Heta hûn karin bixwin. Ti çi bikî tu xelas nabî. Çareya min î dawî gava doza zewacê li min dikin, ez dibêm dilê min jî heye lê di vê bihayê da, ka ez ê çawa dawetê çê bikim. Bi vê gotinê ez hinekî wan ji ser xwe vedigerînim. Lê wekî min got xelasî tune. Wa dirêj dirêj li min dinerin û ji nişkave dibên; di heqê te de yî. Te çima xwe hişt heta niha.

Belê, du rojê din, wê daweteke mervê min hebe. Ez ji niha da ketime tatêlekê. Dîsa kî her û were wê ji min re bibêjin ka em ê kengî tirşika ta bixwin. Fikrek min heye, ez dibêm gava ku ez çûm dawetê ez ê beroşek tirşik jî bi xwe re bibim. Hema kê go tirşik, ez ê devê beroşê vekim û bibêjim keremke bixwe.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir